Cihê şahiya Newroza Helebê bûye goristan

19-03-2019
RÛDAW
Di goristanê de, termên nêzîkî 500 Efrîniyan hatine veşartin
Di goristanê de, termên nêzîkî 500 Efrîniyan hatine veşartin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Efrîn Heleb Newroz Heqil Rem
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li li bajarê Helebê yê Sûriyê Heqil Remî, meydana pîrozkirina Newrozê bû, bi 10 hezaran xelk li wir kom dibûn û Newroz pîroz dikirin, lê niha ew der bûye goristan û termê nêzîkî 500 kesên Efrînê lê wê derê hatiye veşartin.

 

Li Heqil Rem her sal bi deh hezaran Kurdên ku li Helebê niştecîbûn, ku piraniya wan xelkê herêma Efrînê bûn, kom dibûn û şahî û ahenga Cejna Newrozê bi mûzîk, stran û nimayişên folklorî digerandin.

 

Lê niha Heqil Remî ku di bîrweriyên Kurdên Helebê de bi cejna Newrozê ve girêdayî ye, bûye goristan. Di vê goristanê de ku dîmenên wê taqybet ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê hatine kişandin û şandin, termê 400-500 Efriyan hatine veşartin.

 

Li gor çavkaniyeke taybet ji taxa Şêx Meqsûde ku taxeke Kurdnişîn e û herî nêzîkî Heqil Remî ye, yekemîn gor ji berî 4 salan ve li vê deverê hatiye kolandin.

 

Çavkaniyê ji Rûdawê re da zanîn ku bi sedema dorpêça ku ji aliyên grûpên opozisyona Sûriyê ve li ser Efrînê hatibû ferzkirin û qutkirina rêyên di navbera Heleb û Efrînê de, Kurdên Efrînê yên ku li Helebê mabûn cenazeyên miriyên xwe li vê deverê vedişartin û êdî hino hino goristanek li vir hatiye dirustkirin.

 

Xelkê Herêma Efrînê, di rewşa asayî de, cenazeyên kesûkarên xwe yên ku li Helebê koça dawî dikirin bi şêweyekî giştî dibir herêmê û li nav xaka bav û bapîrên xwe vedişartin. Lê piştî derketina şerê navxwe li Sûriyê, bi salan rê di navbera Helebê û Efrînê de, wek pir deverên din ên Sûriyê, hatibûn qutkirin, lewma êdî xelkê Efrînê nikarîbûn cenazeyên xwe jî veguhêzên herêmê.

 

Dibe ku piraniya van miriyên ku li vê deverê hatine veşartin bi salan şahî û ahengên cejna Newrozê beşdar bibûn û dîlan li ber mûzîk û awazên Kurdî gerandibin, lê niha wan di nav vê axê de bi şêweyekî demkî serî danîne li bendî ku rojekê kesûkarên wan hestiyên wan bi xaka bav û papîran li çiyayê Kurmên aram bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst