2 fermandarên HSDyê canê xwe ji dest da
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nasnameya du fermandarên xwe yên ku canê xwe ji dest daye eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser her du fermandaran daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê her du farmendaran li herêma Minbicê di şer û pevçûnên bi komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê re de canê xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên her du fermandarn bi vî rengî ne:
Îskender Elaa: Navê wî yê fermî Elaa Hemîco ye û ew li Laziqiyeyê ji dayîk bûye û fermandarê Tûgaya Şoreşgerên Îdlibê ya HSDyê bûye.
Şêro Elî: Navê wî yê fermî Şêro Beşar e û ew ji Til Eranê ye û fermandarê hêzên Cebhet El Ekradê ya HSDyê bûye.
Her wiha HSDyê da zanîn ku Îskender Elaa 8ê Kanûna Pêşîn û Şêro Elî jî 12ê Kanûna Pêşîn canê xwe ji dest daye.