Li Şamê amadekariyên sersalê: 'Ev gera li pey xweşbextî, jiyan û hêviyê ye'

17-12-2023
RÛDAW
Li Şamê amadekariyên sersalê / Wêne: Ji ber dîmenan
Li Şamê amadekariyên sersalê / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Şam Sersal Amadekarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tevî şerê Sûriyeyê yê ku 11 sal in berdewam dike, li Şama paytexta wî welatî amadekariyên sersalê tên kirin.

Li Sûriyeyê 11 sal in şer berdewam e û hîn jî bi dawî nebûye.

Di vê pêvajoyê de, krîzên siyasî, aborî û civakî hevdû şopandin.

Her dolarekî Amerîkî bi ser 14 hezar lîreyên Sûrî ket.

Ev krîz jî dibin sedem ku sersal wekî berê neyên pîrozkirin.

Lewra tevî hemû nexweşiyan jî dîsa xelk ji bo sersalê hinek amadekariyan dike.

Garîna: Tevî rewşa zehmet, xelk li pey xweşiyê digere

Rêkxera amadekariyan a Grûpa Sagayê Garîna got, “Tevî rewşa herêmê, xelk li pey xweşiyê digere. Em di dema krîzan de bi çalakiyên çandî li pey keyfxweşiyê ne.”

Sûriye di nava xwe de gelek netew, tayîfe û olan dihewîne.

Ji sedî 87ê xelkê vî welatî Misilman in, ji sedî 10ê wê jî Xrîstiyan û ji sedî 3 jî Durzî ne.

Herwiha ji sedî 75 Ereb, ji sedî 15 Kurd û ji sedî 10ê din pêkhateyên Sûryanî, Asûrî, Tirkmen û Ermen in.

"Ev gera li pey xweşbextî, jiyan û hêviyê ye"

Şêwirmendê bazarkirinê Emîr Dîb wiha behsa amadekariyên sersalê kir:

“Ez dikarim bêjim ev gera li pey xweşbextî, jiyan û hêviyê ye.

Ev rewşa zehmet ne tenê navxweyî ye lê pirsgirêkên navdewletî yên wekî enflasyonê, şer û bilindbûna rêjeya faîzê bûne sedema kombûna guşaran.”

Li gorî Wezareta Geştûguzariyê ya Sûriyeyê, sala 2023yan zêdeyî milyonek û 900 hezar kesan Sûriye ziyaret kiriye.

Herwiha tê gotin ku di nava van kesan de 600 hezar kes jî bi armanca geştiyariyê hatine welat.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst