Alîgirên Esed dest bi kampaniya hilbijartina Esed kirin
Hewlêr (Rûdaw)- Kampaniya dubare hilbijartina Beşar Esed ji bo Serokatiya Sûriyê li parêzgeha Lazqiyê ku pirraniya nişteciyên wê Elewî ne, destpê kir.
Şaxên parêzgeha Laziqiye yê Sendîkaya Mamostayan Sûriyê formek di jêr navê “emê bihev re rê berdewam bikin” belav kir û ji endamên xwe xwest ku bi navên xwe yên sêyanî li ser piştgiriya berbijarkirina Beşar Esed îmze bikin.
Ev şêweyê berhevkirina îmzeyan ji bo piştgiriya Hafiz Esed û paşê jî kurê wî Beşar li Sûriyê sedrest bû û Sendîkayên ku ev kar destpêdikirine navê “nûkirina wefadariyê” lê dikirin.
Çavkaniyên opozîsyona Sûriyê diyar dikin ku dibe ku ev gava yekem be li ser rêya giştîkirina vî şêweyî li seranserê navçeyên ku di bin kontrola rejîma Esed de ne.
Serokê Sûriyê Beşar Esed di daxuyaniya xwe ya herî dawî de gotibû ku eger gelê Sûriyê bixwaze ewê car din xwe ji bo serokatiya kandîd bike.