Fermandarekî Hizbulah li Sûriyê hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw)- Opozîsyona Sûriyê aşkere kir ku fermandarê operasyonên Hizbulahê Libnanê Elî Şibîb li taxa Seyide Zenyneb li paytexta Sûriyê Şamê hat kuştin.

Li gor nûçeya malpera el-Erebiye, opozîsyona Sûriyê ragihand ku Elî Şibîb berî çend rojan di şerê di navbera Artêşa Azad a opozîsyonê û rejîmê de birîndar bû û ji ber giraniya birînên wî jiyana xwe ji dest da.

Li taxa Seyide Zeyneb a Şamê, çekdarên Hizbulahê û yên iraqî û îranî li derdora gora Hezreta Zeyinbe ya li wê taxê di kêleka artêşa rejîmê şerê çekdarên opozîsyonê dikin.

Malpera Başûrê Libnanê ya girêdayî Hizbulah, nûçeya kuştina Şibîb ku bi navê Ebû Turab el-Ruwês tê naskirin belav kiriye, lê cih û dema kuştin destnîşan nekiriye.

Di roja Aşûrayê de, Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Libnanê Hesen Nesrula gotibû “Heta ku çekdarên biyanî li Sûriyê bimînin ewê jî di kêleka Artêşa Sûriyê de şerê wan bikin”.