Firokeyên şer ên Rûsyayê başûrê parêzgeha Idlibê bombebaran kirin

17-10-2022
Hisên Omer
Nîşan Idlib Rûsya Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Firokeyên şer ên Rûsyayê başûrê parêzgeha Idlibê bombebaran kirin û hejmarek kes hatine kuştin û birîndar bûne.

Li gor çavkaniyên ser bi opozisyona Sûriyê, sibeha îro Duşemê, firokeyên şer ên Rûsyayê derdora bajarokê Orim el-Coz, li başûrê bajarê Idlibê bombebaran kirine.

Li gor heman çavkaniyan, firokeyên şer ên Rûsyayê çendîn êrîşên asmanî bo ser wê navçeyê kirine û hejmarek kes hatine kuştin û birîndar bûne lê heta niha tu hûrgilî nehatine belavkirin.

Roja Yekşemê jî, firokeyên Rûsyayê pêgehên Feyleqa 3 ya di navbera Izazê û gundê Kefer Cenê yê Efrînê de bombebaran kiribûn.

Li gor Cîgirê Rêveberê Navenda Hevahengiya Rûsî li Sûriyê, di wê êrîşê de 100 çekdarên opozisyona Sûriyê hatine kuştin û birîndarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst