SIWÊDA - Hemû pekhateyên Sûriyeyê beşdarî xwepêşandanan bûn

17-09-2023
Hisên Omer
Li Siwêdayê xwepêşandanên li dijî Hikûmeta Sûriyeyê berdewam in
Li Siwêdayê xwepêşandanên li dijî Hikûmeta Sûriyeyê berdewam in
Nîşan Siwêda Xwepêşandan Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Li bajarê Siwêdayê yê Sûriyeyê nêzîkî mehekê ye xwepêşandan berdewam in.

Li Meydana Rûmetê ya li naverasta bajarê Siwêdayê yê başûrê Sûriyeyê bi hezaran welatiyên wê parêzgehê kom bûn û li dijî Hikûmeta Sûriyeyê dirûşm gotin.

Xwepêşanderan sembol û alayên hemû pêkhateyên Sûriyeyê, di nav de yên Kurdan jî bilind kirin û wan bi yek dengî dirûşma yekîtiya gelê Sûriyeyê berz kir.

“Şoreş ne ya birçûbûnê ye”

Serpereştyar û sazkerên xwepêşandanan dibêjin ku “şoreşa wan” ne ya birçûbûnê lê ya rûmetê ye. Ji bo vê yekê nîşan bidin jî xwarin û vexwarin li meydana xwepêşandanê hat belavkirin.

Beşdarên xwepêşandanan tekeziyê li ser wê yekê dikin ku tevgera wan aştiyane ye û çekdarkirina wê red dikin.

Salih Nebwanî siyasetmedarekî xelkê Siwêdayê ye û bi çalakî tevlî xwepêşandanan dibe.

“Em hilgirtina çekê red dikin”

Siyasetmedar Salih Nebwanî ji nav bajarê Siwêdayê ji Rûdawê re got:

“Em hilgirtina çekê red dikin. Her partiyek ku xwe wek partiyeke siyasî bi nav dike û grûp û ketîbeyên wê yên çekdar hebin, ew dibe milîsên terorîst. Ji ber ku ferzkirina bîrokeyê bi hêz û çekê nîşana lawazî ye, nîşana hovîtî û zordestiyê ye."

Derbarê teqekirina li hemberî xwepêşanderan li pêş baregehê Partiya Beisê ku roja çarşemê rû dabû, Nebwanî ew bûyer weke nîşana lawaziya hikûmeta Sûriyeyê bi nav kir.

“Ezmûna sala 2011ê dubare dike”

Salih Nebwanî herwiha got, “Bikaranîna rejîmê ji tundî, çek û guleyan re li hember xwepêşandaran nîşana lawaziya wê ye û belge ye ku nikar e bersiva daxwazên aştiyane û şaristiyane yên xelkê bide.

Dubarekirina ezmûna sala 2011ê û bikaranîna tundûtûjiyê nîşana wê yekê ye ku rejîm beş û pêkhateya sereke ya wê komploya gerdûnî ye.

Rejînê salên borî îdaya wê dikir ji bo şikandina gelê Sûriyeyê."

Xwepêşandanên xelkê Siwêdayê li dijî hikûmeta Sûriyeyê roja 20ê Tebaxê dest pê kiribûn.

Di xwepêşandanên xelkê Siwêdayê de, ji bilî sdiruşmên siyasî, stran û dîlanên wê navçeya li meydana xwepêşandanê tên pêşkêşkirin.

Piraniya nişteciyên navçeya Siwêdayê Dirûz in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst