NY: Endamên Artêşa Niştimanî ya Sûrî tawanên şer kirine

17-09-2022
Hisên Omer
Rapora Komîteya Encûmenê ku bi serokatiya Paulo Sergio Pinheiro bûye, çend kiryarên Artêşa Niştimanî belge kirine.
Rapora Komîteya Encûmenê ku bi serokatiya Paulo Sergio Pinheiro bûye, çend kiryarên Artêşa Niştimanî belge kirine.
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Çekdarên Opozisyona Sûriyê Binpêkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Komîteya Encûmena Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di raporta xwe de ragihand ku grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê tawanên şer kirine. Komîteya Encûmena Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bi serokatiya Paulo Sergio Pinheiro , di rapora xwe ya herî nû de, kiryarên Artêşa Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê belge kirine.

Kiryarên van grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê careke din bi şêweyekî berfireh cihê xwe di nav rapora Encûmena Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de girtin.

Rapora Komîteya Encûmenê ku bi serokatiya Paulo Sergio Pinheiro bûye, çend kiryarên Artêşa Niştimanî belge kirine.

Li gor rapotrê: “Malbatên girtiyên di zindana Maratê de behsa asewarên îşkencedanê kirine

Jin û mêrên ku ji zindanan rizgar bûne, di nav de kesên temen kêmî 18 salî, îfadeyên bawerpêkir dane ku ew rastî îşkencedanê hatine. Endamên Artêşa Niştimanî îşkene û di nav de destdirêjiya seksî li dijî girtiyan kirine.

Jineke ku berê girtî bûye aşkere kiriye çawa ew sala 2018ê rastî destdirêjiya seksî hatiye. Bi sedema îşkencedana tund li ser destê endamên Artêşa Niştimanî hin girtiyan jiyana xwe jidest dane

Şahidhalekî gotiye ku roja 24ê Sibata kesekî Ereb li Efrînê ji aliyê Feyleq el-Şam ve  hatiye girtin û ji encama îşkencedanê jiyana xwe jidest daye.

Welatiyekî ku ji aliyê Artêşa Niştimanîê hatibû girtin û îşkencedan piştî demeke kurt ji azadkiriên jiyana xwe jidest daye. Pir caran, dema welatî ji aliyê Artêşa Niştimanî hatine girtin, mal û milk û zeviyên wan hatine desteserkirin.”

Derbarê girîngiya vê raporê de, Elî Îso, Rêveberê Saziya Êzdîna ku li ser belgekirina binpêkirinan kar dike, ji Rûdawê re got, ev raporê di bibe hokarê fişarê li ser grûpên çekdar û Tirkiyê jî ku piştevaniya wan dike.

Rêveberê Saziya Êzdîna Elî Îso got: “Ev raporta navdewletî ku derbarê rewşa mafên mirovan a Sûriyê de ye, cihê baweriyê ye ji civaka navdewletî re. Herwiha ev rapor ji Tirkiyê û çekdarên radîkal ên girêdayî opozisyona Sûriyê re dibin pirsgirêk. Hêvî ew e ku bandora vê raporte hebe ku alîkariya aborî ya ji bo Tirkiyê re tê kirin were rawestandin. Ji ber ku ev alîkarî dibe sedem ku binpêkirinên kêm nebe.”

Di raporê de hatiye ku li ba Komîteyê sedemên lojîk hene ku bawer bike endamên artêşa Niştimanî ya Sûrî bi zorê hin kes ji azadiya wan bêpar kirine, di nav de jî hin haletên veşartina zorane. Endamên Artêşa Niştimanî kiryarên îşkencedanê, reftara tund û têkşikandina rûmeta xelkê bi çend şêweyan di nav de tundûtûjiya seksî kirine ku tawanên şer in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst