Li Bûkemalê 10 çekdarên grûpên ser bi Îranê ve hatin kuştin

17-09-2019
Pêgehên Heşda Şeibî li Bûkemalê hatin bombebarankirin
Pêgehên Heşda Şeibî li Bûkemalê hatin bombebarankirin
Nîşan Bûkemal Heşda Şeibî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Pêgehên grûpên ser bi Îranê ve li herêma Bûkemala li Rojhelatê Sûriyê ji aliyê balefirên nenaskirî ve hatin bombebarankirin û di encamê de 10 çekdar hatin kuştin.

Li gorî çavkaniyên Xwecehî îro Sêşema 17ê Îlonê grûpên ser bi Îranê ve li herêma Bûkemal a li rojhilatê Sûriyê ya li ser sînorê Iraqê, ji aliyê balafirên nenas ve hatin bombebarankirin.

Êriş bi ser peygehên çekdarên ser bi Îranê ve li gundê El-Hurî, li herêma Bûkemalê çêbûye, di encaman de 10 kes hatine kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûne.

Nasnameya wan balafiran nehatiye naskirin.

Bi heman awayî di 9ê Îlonê de, peygehên milîsên ser bi Îranê li Bûkemalê, rastî bombebaraneke mezin hatibûn û têde 18 kes hatibûn û bi dehan kes birîndar bibûn û di nav wan de jî hejmarek ji çekdarên Îranê hebûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst