Polîsê ku li rojavayê Feratê birîndar bûbû, mir

Hewlêr (Rûdaw) – Polîsekî Tirkiyeyê yê ku li herêma rojavayê Feratê birîndar bûbû, mir.

Li gorî daxuyaniya Midûrê Giştî yê Ewlehiyê Erol Ayyildiz, polis Yusuf Çagatay Sanalp ji ber ku wesayîta bizirx wergeriyaye birîndar bûye.

Ayyildiz, li ser hesabê medyaya civakî yê Midûriya Giştî ya Ewlehiyê (EGM) peyamek weşand.

Ayyildiz di peyama xwe da got ku polîs Yusuf Çagatay Sanalp 2yê Tîrmehê li herêma rojavayê Feratê birîndar bûye.

Bi gotîna Ayyildiz, polîs Sanalp piştî ku wesayîta bizirx qulibiye birîndar bûye û li gel hemû hewldanan jî ji mirinê nefilitiye.