Heleb: Av bi dest nakeve, cotkar ava avrêjan bi kar tînin

17-08-2023
Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Heleb Bab Av Cotkar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Babê ye Sûriyeyê krîzeke mezin a avê rû daye.

Bab, li rojhilatê parêzgeha Helebê ye û nêzîkî 40 kîlomtreyî dûrî bajêr e.

Li Babê van rojan krîzeke mezin a avê heye û tanker bi saetan li ser bîran dimînin heta ku avê werdigirin.

Mihemd Bekriyê ku xwediyê tankerê ye amaje pê kir ku bi saetan li hêviya dora xwe dimînin û got:

"Em çar demjimêran dimînin heta pênc an deh bermîl ava vexwarinê dadigirin. Rewş ji ber germa zêde nayê tehemûlkirin.

Av li Babê gelekî kêm bûye, qet wiha nebûye, rewşa xelkê zêde xirab e."

Li aliyê din, ji ber ku ava bîrên Babê gelekî kêm bûye êdî ji piraniya bîran ev nayê kişandin.

Berpirsên bajêr jî ji ber vê pirsgirêka avê hewara xwe dighînin aliyên peywendîdar.

“Tenê ava Çemê Feratê krîzê çareser dike”

Şaredarê Babê Mistefa Osman wiha behsa bîrên li Babê kir:

"Niha li bajêr tenê sê bîr dixebitin, ên din bi temamî ji kar ketine.

Me hewara xwe gihandiye hemû rêxistinên mirovî û berpirsên navçeyê daku çareseriyekê ji me re bibînin.

Tenê kişandina ava Çemê Feratê krîzê çareser dike."

Li aliyekî din, ji ber kêmbûna zêde ya avê, cotkarên Babê ji bo avdana dar û zeviyên xwe yên çandiniyê ava avrêjan bi kar tînin.

“Em darên xwe bi ava avrêjê av didin”

Cotkarê bi navê Ehmed Elî got ku ew ji ber nebûna evê nikarin tevên zeviyên xwe biçînin û berdewam kir:

"Em Ji ber kêmbûna avê nema dikarin bixebitin. Em nikarin zêdeyî nîvê zeviyên xwe biçînin. Em darên xwe bi ava avrêjê av didin daku hişk nebin.

Pêwîstiya her hektarek zeviya çandiniyê bi heşt demjimêr avdanê heye lê di deh rojan de tenê riba wê avê tê.

Em ji ber bihabûna sotemeniyê derd û êşan dibînin. Ji ber girtina xalên kontrol û rêyan jî firotina berhemên me lawaz bûye, ev jî me diêşîne.

Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve bajarê Babê kontrol dikin.

Ji Havîna 2017an ve Hikûmeta Sûriyeyê ava Santrala el-Beydayê ya ku diçe bajêr û derdorê qut kiriye.

Niha ji ber kêmbûna avê bi sed hezaran niştecih û nêzîkî 4 hezar û 500 hektar zeviyên çandiniyê di bazneya metirsiyê de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst