Esad Zubî: Gelek Ereb rehmetê li Sedam dikin

17-08-2019
RÛDAW
Esed Kurd şibandibûn ajelan û rehmet li Sedam kiribû
Esed Kurd şibandibûn ajelan û rehmet li Sedam kiribû
Nîşan Esed Zubî Kurd Kurdistan Sedam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serkirdeyê Opozisyona Sûriyê Esed Zubî îdîa kir ku gotinên wî xelet hatine fêmkirin û got, “Ez lêborînê ji Kurdên Iraqê dixwazim.”


Yek ji serkirdeyên Opozisyona Sûriyê bi navê Esed Zubî ku Kurd şibandibûn ajelan û rehmet li Sedam kiribû, beşdarî bûltena nûçeyan a Rûdawê bû.


Esed Zubî derbarê wê twîtta xwe de ku karvedaneke mezin bi xwe re anî, îdîa kir ku gotinên wî ne li dijî Kurdan bûn û got, “Ez daxwaza lêborînê ji Kurdên Iraqê dikim. Mebesta min ne Kurdên Iraqê bûn. Mebesta min PYD bû ku kar li gel rejîmê dike.”


Wî serkirdeyê Opozîsyona Sûriyê derbarê rehmet lê kirina Sedam jî got, “Gelek Ereb rehmetê li Sedam dikin. Ji ber ku ew li dijî Îranê bû, li dijî wan kesan bû ku niha me dikujin li Sûriyê.  Min behsa Kurdan nekiriye. Ez daxwaza lêborînê ji Kurdên Iraqê dikim, ez dizanim birînên wan bi çekên kimyewî çawa bû, em jî rastî heman karesatê hatine. Civaka navdewletî çawa lêpirsîn derbarê Sedam Husen de kir divê derbarê Beşar Esad de jî bike. Ez cudahiyê têxim navbera Kurdên xebatkar û yên ku li gel rejîma Beşar Esad kar dikin. Mebesta min PYD ye ne ku Kurd in. Rêz û hurmeta min ji Kurdên Iraqê re heye.” Esed Zubî herwiha got ku ew jibilî PYDê lêborînê ji hemû Kurdan dixwaze.


Herwiha wî serkirdeyî îdîa kir ku hewl tê dayîn navê wî kirêt bikin, sivikayetiyê bi wî bikin û got ku ew tenê 3 mehan endamê desteya danistandinan bûye û ew niha kesekî serbixwe ye di nav opozîsyonê.


Wî serkirdeyê Opozîsyona Sûriyê ku sala 2016an de jî behsa Kurdên Sûriyê kiribû û gotibû rêjeya wan ji sedî yek e û ew di dema Hafiz Esad de tenê dixwastin kaxizekê bistinin ku bibêjin em mirov in, li ser van gotinan jî îddîa kir ku gotinên wî ne li dijî Kurdan li dijî PYDê bûne. 


Esad Zubî di dewama axaftina xwe de gef jî xwarin û got ku ew ên li gel rejîma Sûriyê hevkariyê dikin, dê hesab ji wan bê pirsîn.


Esed Zubî ku yek ji serkirdeyên Opozisyona Sûriyê ye, di twittekê de Kurdan dişibîne ajelan, rehmetê bo Sedam dişîne û dibêje: "Tenê bêjeya Sedam bes e da ku bilez derketina van nemîne."


Di twîtta xwe de Esed Zubî gotiye: "Her dema me rastiya sifetên rêxistina terorîst a Kurdî PYDê eşkere kiribe, hejmareke zêde ya ajelan derdikevin "ker dizire, kuçik dike ewt ewt, beq diqêrîne, sîsirk, cird û gelek kurm."


Herwiha nivîsiye: "Pêdivî bi bikaranîna dermanê qirkirinê nake bo van heşaretan, tenê bêjeya Sedam bes e da ku bilez derketina van nemîne, loma ev wiha li me dike berdewam rehmetê li Sedam bikin û Xwedê rehmê lê bike."

Ji aliyekî din ve Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) jî bersiva Esed Zûbî da û ragihand ku Esed Zûbî beşek e ji rejîma dîktator bûye û hiştina aliyekê û çûna nav aliyekî din, nayê wê wateyê ku bûye demokrat.

Endamê Encûmena Birêveber a PYDê Ebdulkerîm Sarûxan diyar jî kir ku ev daxûyanî nîşaneya eqliyeta Opozîsyona Sûriyê ye û ev axaftinên Esed Zûbî tenê ji bo Kurdan nîn in û ji bo tevahiya gelên din ên li navçeyê ne.

Sarûxan her wiha daxwaz ji ENKSê kir ku li hemberî axaftinên wiha hişyar be û helwestekî cidî li hemberî zihniyetên bi vî awayî bistîne.



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst