Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Meclisa Gel a Sûriyê, Elî Odeh El-Cedan piştrast kir ku hikûmeta Sûriyê hewl dide ala Komara Erebî ya Sûriyê li ser tevahiya sînorê Tirkiyê bilind bike û got: “Hin plan hene ji bo veqetandina beşek ji axa Sûriyê û guhertina demografiya Sûriyê li herêma bakurê Sûriyê.” Wî herwiha got, “Hikûmeta Sûriyê dixwaze ala Sûriyê li ser tevahiya sînorên bi Tirkiyê re bilind bike.”
El-Cedan roja Yekşemê 17ê Tîrmeha 2022an ji Rûdawê re ragihand ku “Hikûmeta Sûriyê bi gefên Tirkiyê yên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê dizane û amade ye li Bakurê Sûriyê hêzên xwe bi cih bike.”
Wî herwiha got: “Hêzên Artêşa Erebî ya Sûriyê hatine belavkirin ji bo şikandina her êrîşekê li ser xaka Sûriyê, ji ber ku ew xwediyê ax û serweriyê ye ku li tevahiya erdnîgariya bakurê Sûriyê belav bûye, û haya wê ji armancên Tirkiyê li bakurê Sûriyê û planên siyonîst-amerîkî heye ku bi navê koalîsyonê ji bo parçekirina hin beşên Komara Erebî ya Sûriyê û guhertina demografiya Sûriyê li bakurê Sûriyê plansaziyê dike.”
Di vê çarçoveyê de El-Cedan tekez kir ku “Hikûmeta Sûriyê hewl dide ku tevahiya erdnîgariya welat biparêze û ala Komara Erebî ya Sûriyê li ser hemû sînorên bi Tirkiyeya dijmin re were bilindkirin” û anî ziman ku “guhpêdaneke hikûmeta Sûriyê jî heye ku serweriya Sûriyê li vê herêmê biparêze.”
Elî Odeh El-Cedan destnîşan kir, hewldaneke hikûmeta Sûriyê heye ku rêkeftinekê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re bike “ji bo ku HSD wê kirasê bi salan e di bin navê hevpeymaniya bi koalîsyonê û hêzên Amerîkî re kar kiriye ji ser xwe rake, nemaze piştî rexneyên ku li wan hatin girtin piştî ku çend dever radestî dewleta tirk a dijmin kirin.”
Endamekî Meclisa Gel a Sûriyê bal kişand ser wê yekê ku “Hikûmeta Sûriyê pêşwaziyê li hemû zarokên xwe yên ku ji rêya heqiyê dûr ketine dike ku vegerin himbêza welatê xwe.”
Derbarê rêkeftina di navbera Rûsya, Sûriyê û HSDê de jî, wî amaje bi wê yekê kir ku, “Artêşa Erebî ya Sûriyê dê li tevahiya devera metirsiyê ya ku Tirkiyeya dijmin lê digere, bi cih bibe û li tevahiya erdnîgariya Sûriyê belav bibe, bi taybet bajarên Til Rifet û Minbicê.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse