Desteya Tehrîr el Şam zarokekî Êzidî radestî malbata wî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Roja sêşemê, hikûmeta Inqaz ku ser bi Desteya Tehrîr el Şam e, zarokekî Êzêdî li Idlibê radestî apê wî kir.

 

Li gor ajansên xwecihî, zarok di konferanseke çapemenî de li ser deriyê Bab el Hewa yê sînorî hatiye radestkirin.

 

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Inqaz, Ehmed Letûf ragihandiye ku ew zarok bi koçberên rojhilatê Feratê re gihaştibû Idlibê û di nav kampeke sêwiyan de mabû.

 

Ehmed Letûf aşkere kiriye ku hin aliyan pêwendî bi kesûkarên wî zarokî re kirine û hewl dane li hember pereyan wî radest bikin.

 

Li gor Letûf, hikûmeta Inqaz pêwendî bi apê wî zarokî re kiriye da ku wî werbigire û ew kesên ku hewl dane wî li hember pereyan radest bikin dê bên keşfkirin û sizadan.

 

Li gor zanyariyên ku berê li ser zarokê Êzîdî hatibûn belavkirin, navê wî Hogir e û li gel diya wî hatibû revandin. Piştî ku diya wî karîbû bireve, ew ligel jinekê mabû û ligel wê çûbû Idlibê.