Artêşa Sûriyeyê du bajarokên parêzgeha Deraayê kontrol kirin

17-07-2018
RÛDAW
Nîşan Sûriye Artêş Deraa Quneytre
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Hêzên hikûmeta Sûriyê êrîşa li ser parêzgeha Quneytreyê li başûrê rojavayê Şamê berfireh kirine û 2 bajarokên din li wê herêmê kontrok kirine.

 

Roja yekşemê, hêzên hikûmeta Sûriyeyê dest bi êrîşa bejahî bo ser çend bajarok û gundên parêzgeha Quneytreyê kirin.

 

Li gorî ajansa SANA a fermî ya hikûmeta Sûriyeyê, artêşa Sûriyeyê, îro, roja sêşemê (17.07.2018),  herdu bajarokên el-Mal  û Tel el-Mal ên bakurê rojavayê parêzgeha Deraayê kontrol kirin.

 

Çavkaniyeke serbazî ji Ajansa naborî re ragihand ku her du bajarok piştî şerekî giran ji destê çekdarên opozisyonê hatine derxistin.

 

Heman ajansa Sûrî ragihandibû ku hêzên hikûmeta Sûriyeyê girê el-Hare, nêzîk bilindahiyên Colanê kontrol kirine.

 

Piştî kontrolkirina bajarê Deraayê û gundên rojhilat, hêzên hikûmeta Sûriyeyê dest bi operasyona kontrolkirina gundên rojavayê Derrayê û rojhilatê Quneytreyê kirine.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst