Zîrveya G8 li Îrlanda Bakur destpê dike

17-06-2013
HUSÊN OMAR
A+ A-
Îro 39 mîn rûniştina 8 welatên mezin ên cîhanê ku bi navê G8 tên bi navkirin, li Îrlanda Bakur destpê dike.

Tê çaverêkirin ku serkirdeyên her 8 zilhêzên cîhanî girîngtirîn babet û mijarên siyasî û aborî guftûgo bikin. Yek ji serdêra babetên siyasî jî wê rewşa Sûriyê û gavên pêwîste ji bo çareseriya siyasî di rêya kongreya aştiyê ya Cenevre 2 re bê avêtin jî hebe.

Di herdu rojên berî zîrveyê de, çendîn hevdîtin û têkiliyan rû dan daku nêrîn û baweriyên aliyên têkildar ji hev werin nêzîk kirin, lê heta niha tu lihevkirina xuya ne bûye.

Di vê derbarê de, mijara biçekirina opozisyona Sûriyê û armancên kongreya Cenevre 2, wê di navbera dewletên Rojava û Rûsya de cihê nakokiyeke mezin be.

Ji destpêka kirîza Sûriyê û heta niha, Rûsya her dem bi tundî li kêleka hevalbendê xwe Beşar Esed rawestiyaye û hemû daxwazên rakirina wî red kirine.

Li aliyê din, pirraniya dewletên Rojava di wê baweriyê de ne ku divê hemû desthilatên Esed ji dest werin girtin, tu cih û rol di qonaxa veguhêz de jê re tune be.

Di heftiya dawî de, çendîn pêşketinên balkêş di derbarê dosyeya Sûriyê de rû dan. Ji wan jî, biryara Amerîka bi radestkirina çekan ji bo şervanên opozisyona Sûriyê, vegera bilez a Şahê Erebistana Siûdî bo welatê xwe, guhartina ji nişka ve ya helwesta serokê Misrê, belavkirina çek û serbazan li dewletên hevsînor bi Sûriyê re, bi taybet rokêtên patryot û frokeyên F-16 li Urdunê, serkeftina hesen Rohanî di hilbijartinên Îranê de û eşkerekirina biryara Îranê bi hinartina 4 hezar endamên nobedarên şoreşgêr nav şerê Sûriyê.

Tevahiya van pêşketinan nîşana wê yekê didin ku dosyeya Sûriyê ber bi qonaxeke nû ve diçe ku reng e qonaxa yekalîkirinê be, lewra danûstandinên serkirdeyên her heşt zilhêzan û biryaran wan di vê derbarê de, dê çarenûsaz bin.

Ji bilî rewşa Sûriyê, serkirde dê hinek babetên din ên mîna nehiştina terorê û aboriya cîhanê gengeşe bikin.

Amerîka, Rûsya, Almanya, Brîtanya, Fransa, Îtalya, Kanada û Japon ku beşdarî lûtkeyê dibin, ne tenê dîzaynerên nexşeya siyasî û aborî ya cîhanê ne, lê rola biçûk akterên herêmî jî destnîşan dikin.

Gelo mezinên cîhanê çi nexşeya nû ji qonaxa bê re amade kirine? Sibe bi dawîhatina lûtkeyê em ê tenê aliyê eşkere ji bersiva vê pirsê zanibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst