Hikûmeta Sûriyê û Desteya Tehrîr El-Şam dîl pev guhertin

17-05-2020
RÛDAW
Proseya pevguhertina dîlan li bajarokê Daret Ezze li bakurê rojvayê Helebê birêve çû
Proseya pevguhertina dîlan li bajarokê Daret Ezze li bakurê rojvayê Helebê birêve çû
Nîşan Sûriye Hikûmeta Sûriyê Desteya Tehrîr El-Şam Şam Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Sûriyê û Desteya Tehrîr El-Şam dîlên li cem xwe bi hev guhertin. Proseya pevguhertina dîlan di navbera  Desteya Tehrîr Şam û artêşa Sûrî de li bajarokê Daret Ezze li bakurê rojvayê Helebê birêve çû, ev prose bi navbênkariya Heyva Sor hat kirin.

Dema ku Tehrîr Şam dîlên xwe wergirtin, derman li hemûyan reşand, û pişkinîna Coronayê bo wan kir, bi vê yekê di proseyeke bê mînak de hikûmeta Sûriyê û Desteya Tehrîr Şam çend dîlên xwe pev guhertin.

Ebû Ubeyde,  Endamê Desteya Tehrîr El-Şam dibêje, “Cîbicîkirina proseya pevguhertina dîlan wa çêdibe, piştî danûstandinê di navbera berpirsên karûbarên zindaniyan ên Desteya Tehrîr şam û mîlîsên Esed de. Çar birayên me ku ser bi çar fermandeyên cuda ne, li beramberî du endamên hêzên rejîmê tên azadkirin.”

Proseya pevguhertina dîlan di navbera  Desteya Tehrîr Şam û artêşa Sûrî de li bajarokê Daret Ezze, bi dûrbûna 30 kîlometre li bakurê rojvayê Helebê birêve çû. Heyva Sor navbênkarî di vê proseyê de kir.

Mistefa Necar, Zindaniyê Azadkirî ê endamê Desteya Tehrîr Şam, diyar dike, “Ez li Kefer Rûme hatim girtin, Îro jî 16.5.2020 ji girtîgehên tarî hatime derxistin, sipas bo birayên min li Desteyê, piştî çar mehan ji girtina min, ez hatim azadkirin, mameleya wan ligel me nebaş bû, zêde xerab bû.”

Desteya Tehrîr Şam berê navê wê Nusre bû, di 2012ê de ji aliyê Amerîka ket lîsteya terorê, ji wê demê ve Amerîka û HSDê hevahengiya xwe bi tevahî ligel vî grûpî qut kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst