DAIŞ li wî bajarê dîrokî artêşa Sûriyê dişkîne

17-05-2015
RÛDAW
Nîşan Tedmur DAIŞ
A+ A-

Sûriye (Rûdaw)- Li bajarê Tedmurê yê girêdayî parêzgeha Humsê li Sûriyê şer berdewam dike û çekdarên DAIŞê dest danîn ser taxên bakurê wî bajarî.

Li gor çalakvanên Sûriyê, çekdarên DAIŞê piştî şerejî giran ligel hêzên artêşa Sûriyê, dest danîn ser beşekî mezin ji taxên bakurê bajarê Tedmurê.

Rêxistineke mafên mirovan li Sûriyê eşkere kir ku di encama şerê li bakurê Tedmurê de herî kêm 29 çekdarên DAIŞê û hatine kuştin herwiha 47 leşkerên artêşa Sûriyê jî hatine birîndarkirin yan jî kuştin.

Şûnarên dîrokî yên Tedmurê jî dikevine aliyê başûrê rojavayê bajar.

Helîkopterên artêşa Sûriyê jî duh bi bermîlên teqîner bajarokê Suxne û navçeya Aliye li nêzîk Tedmurê bombebaran kirin.

Tora Sûriye Zindî ya dijbereyê ragihand ku, balafirên şer ên artêşa Sûriyê bi şaşîtî li leşkerên xwe dan û di encamê de çend leşkerên wan hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Rêvebera giştî ya UNISCOyê, Irina Bokova roja înê di kongreyeke rojnamevaniyê de li Beyrûtê, dilgiraniye xwe li hember rewşa Tedmurê anî ziman.

Rêveberê giştî yê mozexane û şûnwaaran li Sûriyê, Memûn Ebdilkerîm jî roja çarşemê bang li civaka navdewletî kiribû ku bajarê Temdurê yê dîrokî rizgar bikin.

 




Şûnwarên Tedmurê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst