DAIŞê 31 kesên sivîl kuştin

17-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li nêzîkî bajarê Hamayê yê Sûriyê, 31 sivîlên ku li bejahiya rojhilatê Selamiyê kuvark berhev dikirin,  ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin kuştin.

Şaneyên DAIŞê, di van demên dawiyê de êrîşên xwe li ser kesên li biyabanên Sûriyê kuvarkan berhev dikin zêde kirine.

Li Sûriyê kuvark bi giştî di navbera herdu mehên Sibat û Nîsanê de têne berhevkirin.

Di werza kombûna kuvarkan de sivîl gelek caran an rastî êrişên DAIŞê tên an jî bi mayînên ku wan vedane canê xwe ji dest didin.

Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR), ji meha Sibatê ve, zêdetirî 130 kes li biyabanên Sûriy di dema berhevkirina kuvarkan de hatine kuştin, piraniya wan di encama êrişên DAIŞê de bûne.

Li gorî AFPê, li bazara Hamayê nirxê kîlogramên kuvarkan li gorî qalîte û mezinahiya wan di navbera 5 û 25 dolaran de diguhere.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst