Peymana HSD û Şamê: Komîte dê bi Mezlûm Ebdî re bicive

Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer / Wêne: Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteyeke ku ji aliyê Serokomariya Sûriyeyê ve hatiye diyarkirin, dê bi Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî re bicive da ku li ser hûrgiliyên peymana HSD û Şam gotûbêjan bikin.

Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer, bi Mezlûm Ebdî re peymanek îmze kiribû da ku HSD tevlî sîstema parastina Sûriyeyê bibe.

Çavkaniyên ku bi Al Jazeerayê re axivîne, ragihan ku Serokomariya Sûriyeyê ji bo şopandina hûrgiliyên peymana ku bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re hatiye îmzekirin komîteyeke 5 kesî damezirandiye û ev komîte dê roja çarşemê bi Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî re bicive.

Komîteya ku dê ji aliyê parêzgarê berê yê Dêrezorê Husên El Selameh ve were birêvebirin, dê bicihkirina peymana ku ji aliyê Ehmed Şer û Mezlûm Ebdî ve hatiye îmzekirin û dê hûrgiliyên mayî yên pêvajoyê bişopîne.

Di vê çarçoveyê de, amadehî tên kirin da ku komîteya ku ji aliyê Serokomariya Sûriyeyê ve hatiye wezîfedarkirin, roja çarşemê (sibe) li parêzgeha Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê bi Mezlûm Ebdî re bicive.

Li gorî çavkaniyan, dê pişt re ji bo gotûbêjkirina mijarên aborî, siyasî û leşkerî yên ku di peymanê de cih digirin komîteyên pispor werin avakirin.

Rêveberiya Xweser jî komisyonê amade dike

Ji aliyê din, Alîkarê hevserokên Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Efram Îshaq ji Rûdawê re ragihand ku Destûrê nû ya daxwazên gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe ve bi cih nayîne.

Efram Îshaq destnîşan kir ku piştî peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer ji bo dan û standina bi Şamê re dê 2 komîte werin avakirin.

Peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer 10ê Adarê peymanek îmze kiribû.

Li gorî peymanê, “divê li hemû Sûriyeyê agirbest hebe” û “Kurd beşeke dewletê ne” û “divê mafên Kurdan ên welatîbûn û destûrî werin garantîkirin.”

Li gorî peymanê, tê plankirin ku saziyên sivîl û leşkerî yên li bakurrojhilatê Sûriyeyê bikevin nav birêvebiriya dewleta Sûriyeyê.