Cevdet Yilmaz hejmara Sûriyeyiyên ku vegeriyane eşkere kir

Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz / Wêne: AA

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê ragihand ku 873 hezar welatiyên Sûriyeyî vegeriyana welatê xwe.

Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz roja yekşemê li navçeya Çankayayê ya Enqereyê beşdarî bernameya fitarê ya Şaxa Çankayayê ya AK Partiyê bû.

Yilmaz li ser vegera koçberan diyar kir ku Sûriyeyê dest bi serdemeke nû kiriye û dê bi piştgiriya Tirkiyeyê, Sûriyeyeke ewle, bihêz û geş were avakirin.

Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz di gotara xwe ya fitarê de got:

“Yek ji pêşhatên herî mezin di van demên dawî de rizgarkirina Sûriyeyê ye.

Sûriyeyê bi şoreşa gelan a piştî dîktatoriyeke demdirêj dest bi serdemeke nû kir, ev ne hêsan e.

Wê Sûriye ji nû ve were avakirin. Em dem bi dem bi hev re vê yekê dibînin.

Sûriye bi gelek dijwariyan re rû bi rû ye, bi nezelaliyê re rû bi rû ye.

Em di wê baweriyê de ne ku bi piştgiriya bihêz a Tirkiyeyê dê Sûriyeyeke ewle, bihêz û geş ji birayên me yên Sûriyeyê re were avakirin, bi têgihiştineke ku hemû gelê Sûriyeyê, hemû mezheb, netewe û olên wan bigire nav xwe.

Dema ev yek pêk hat, birayên me yên Sûriyeyî yên li vir dijîn, heta ku rewşeke guncav çêbibe, dê bi dilê xwe û birûmet vegerin welatê xwe.

Bi rastî yên ku vedigerin jî hene. Di van demên dawî de hinekî bileztir bûye lê dema mirov li hejmara giştî dinêre 873 hezar kes vegeriyane welatê xwe.

Her ku Sûriye bihêztir bibe û aboriya wê bi pêş bikeve, ev veger jî wê bileztir bibin.”