Li Dêre Zorê ji ber şerê navxwe pirên li ser Çemê Feratê têk çûne
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêre Zor ya Sûriyê ji ber şerê navxwe yê Sûriyê pirên li ser Çemê Feratê têk çûne.
Paşmayên Pira el-Muelleq a li ser Çemê Feratê, ku rojava û rojhilatê bajarê Dêre Zorê berî şerê navxwe bi hev ve girêdida, Gulana 2013an di encama bordûmanê de ev pir jinav çû.
Hikûmeta Sûriyê firokeyên Amerîkayê bi têkdana vê pirê tohemtbar dike, lê çalakvanên opozisyona Sûriyê dibêjin piştî bajar ket destê artêşa azad hêzên hikûmetê ev pira têk dan.
Nîşteciyê Dêre Zorê Mihmûd Tehtûh got “Berî zêdeyî 10 salan, hêzên Amerîkayê dijî Sûriyê dest bi şer kirin, bi hemû awayan Sûriyê dorpêş kirin, di nav de jî bajarê Dêre Zorê bû, di dema dorpêçê de hêzên Amerîka 8 pirên li ser Çemê Feratê ku rojhilat û rojavayê bajar bi hev ve girêdidan bi hiceta DAIŞê jinav birin, daku dest deynin ser berhemên çandiniyê û petrolê.”
Niha Çemê Feratê ku bajarê Dêre Zorê dike du beş, bûye sînor di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hêzên Amerîka li rojhilatê çem û hêzên hikûmetê û hêzên Rûsyayê li rojavayê çem.
Nîşteciyê Dêre Zorê EbdulMunim Xelîl “Niha ti rêyek bo gihandina xelkê û keresteyên xwarin û çandiniyê nema ye ji xeynî bikaranîna belem û keştiyan di navbera herdû kenarên çem de, vê yekê jî bandor li ser tevgera civakî û tevgera bzirganî di navbera herdû aliyan de kiriye.”
Pira el-Muelleq di sala 1925an de ji aliyê Fransayê bi serperiştiya endazyarê Fransî Misyo Figo ve dest bi avakirina pirê hat kirin, bi dêrêjahiya 476 metre, panahiya 4 metre û nîv û bilindahiya 36 metran li ser 4 stûnan her sitûnek bi dirêjahiya 25 metreyan hatiye dîzaynkirin, di sala 1931ê de ketibû warê kar.