11mîn salvegera krîza Sûriyê û helwesta aliyên Kurdî

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî derbasbûna 11 salan di ser krîz û şerê navxwe yê Sûriyê re, heta niha ti çareseriyek bo vê pirisgirêkê xuya nebûye û aliyên Kurdî jî heta niha nakok in û hevgirtinek pêk neanîne.

Li Rojavayê Kurdistanê jî aliyên siyasî yên Kurdî ENKSê ya li nav Itîlafa Sûrî û MSDê ya ser bi Rêveberiya Xweser ve derbarê helwêsteke hevgirtî beramberî krîza Sûriyê nakok in.

Kawa Azîzî, Berpirsê Nûneratiya ENKSê li Hewlêrê, dibêje, “Pirsgirêka MSDê ew e ku siyaseta wê nediyar e. Rojek li gel rejîm, rojek li gel Amerîka, rojek li gel Rûsya ye. Siyaseteke bêarmanc û ne li ser mijareke netewî.”

ENKSê di 11emîn salvegera krîz û şerê navxwe yê Sûriyê de bang li civaka navdewletî kir ku divê bi rêya biryarên navdewletî yên taybet bi krîza Sûriyê çareseriyeke bo vê krîzê bê dîtin, herwiha berpirsên ENKSê dibêjin wan li nav Itîlafa Sûrî gelek tişt bo pirsa Kurd li Sûriyê bidest xistine.

Kawa Azîzî, Berpirsê Nûneratiya ENKSê li Hewlêrê, radigihîne, “Tiştên me kir, du karên sereke bûn; yek ji wan, me karî ku Îtîlafa Erebî-Sûrî îtîraf bi Kurdan bike û wek nûnerê siyasî bi ENKS bike û li gel me rêkeftin bike. Ew rêkeftin jî tifaqeke ku ji 11 xalan pêk tê û di wê de îtîraf kirine ku pirsa Kurd li Sûriyê û divê bê çareserkirin. Yek pirsgirêk di navbera me de hebû li ser mijara federaliyê.”

Herwiha ji aliyê xwe ve, Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî twîttek belav kir û tê de got: 11 sal di ser destpêkirina tevgera gel a Sûriyê re derbas bûn, hê jî derî li pêşiya çareseriyên siyasî girtî ne ku bi beşdarbûna hemû aliyan dikarin vê  aloziyê bidawî bînin.

ENKSê û MSDê herdem di hemû daxiyaniyên xwe de, tekeziyê li dewleteke Sûrî demokrat nenavendî dikin, ku itîraf bi gelê Kurd û mafên wî di destûra nû de bê kirin.