Ji ber koronayê yekem car nimêj li Mizgefta Umewî nayê kirin

17-03-2020
Şamê ji ber koronayê hatin û çûna xelkê gelek kêm bûye
Şamê ji ber koronayê hatin û çûna xelkê gelek kêm bûye
Nîşan Sûriye Vîrusa Koronayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li paytexta Sûriyê bajarê Şamê, ji ber vîrusa koronayê cihên giştî ji xelkê vala bûne.

Li Şamê ji ber vîrusa koronayê cara yekem e nimêja bikom li Mizgefta Umewî nayê kirin. Herwiha Qehwexanya El Nofera ku kevintirîn kafêterya ye li Şamê û temenê wê 500 sal in, êdî kesek naçe li wir qehweyê venaxwe. Bazara Himêdiyê ya dîrokî jî jiber girtina sînoran li ber geştyaran tevger lê kêm bû ye.

Derbarê vê yekê de -firoşyarê diyariyan Hesen Ismaîl dibêje: “Ev cara yekem e di dîrokê de, ku em banga nimêjê dibihîzin, û nikarin derbasî Misgefta Umewî bibin. Ev jî ligor biryara Wezareta Ewqafê ye, ku nimêja bikom ji ber belavbûna vîrusa koronayê çênebe. Hinek xelk mask û lepikan bikar tînin û hinek jî li ber xwe nakin, xelk gelekî natirs in.”

Herwiha hikûmeta Sûriyê sînorên welat li ber hatina geştyaran girtine, vê yekê jî bandora xwe li ser bazara Himêdiyê ya kevnar û aboriya Şamê bi giştî çêkiriye.

Entîkefiroş Ebdurehman Nasiredîn jî got: “Geştyarên Lubnanî, Iraqî û Îranî rojên Şemiyê û Yekşemê dihatin bazara Himêdiyê û jiber ku vîrûsa koronayê bi awayekî zêde li Îranê belav bûye, hikûmetê sînor li ber geştyaran girtine, ew li ser xelkê ditirse, daku gelê xwe ji vîrusê biparêz e.”

Li Şamê ji xeynî tedbîrên hikûmetê wek rêgirtinê li ber belavbûna Virusa Koronayê, bo kirrîna nan qerebalixiyek zêde li ber deriyên firneyan çêbû ye, herwiha ji ber kirrîna zêde keresteyên paqijkirin û xweparastinê li bazaran hew tên dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst