HSD: DAIŞ li rûberekî biçûk hatiye dorpêçkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku çekdarên DAIŞê li Baxozê li rûberekî biçûk hatiye dorpêçkirin.

 

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Kîno Gabrîel ragihand ku 29 hezar û 600 çekdar û malbatên wan xwe radest kirine û 5 hezar terorîst hatine girtin.

 

Kîno Gabrîel eşkere kir ku li Dêra Zorê 34 hezar sivîl hatine rizgarkirin û destnîşan kir ku li dijî terorê serkeftinekî mezin hatiye bidestxistin.

 

Herwiha Kîno Gabrîel diyar kir ku DAIŞ li rûberekî biçûk hatiye dorpêçkirin û çekdarên DAIŞê xelkê sivîl weke mertalên zindî bikar tîne.

 

Gabrîel eşkere kir ku HSDê ziyaneke mezin gihandiye rêxistina DAIŞê û hêza DAIŞê ya berxwedanê nemaye.

 

Herwiha Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Kîno Gabrîel diyar kir ku di çend rojên bê de operasyona Baxozê bidawî dibe

 

Kîno Gabrîel eşkere kir ku di operasyonan de heta niha 82 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jiyana xwe ji dest dane û 61 şervan jî birîndar bûne.