OCHA: Divê 400 milyon dolar bo 5 milyon Sûrî zû bên dabînkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Kordînatorê herêmî yê karûbarên mirovî ser bi Neteweyên Yekbûyî bo krîza Sûriyê naskirî OCHA Muhenned Hadî eşkere kir, hejmara kesên ku li Sûriyê ji ber erdhejê canê xwe ji dest dane ji amarên ku hatine belavkirin zêdetir e.

Kordînatorê OCHA bo krîza Sûriyê Muhenned Hadî dibêje “Niha tişta em dizanin, li Sûriyê hejmara kuştiyan 6000 kes derbas kiriye. Em bi hêvî ne ev amar zêde nebin, lê tişta em dibînin û dibihîzin, wêrankariya ku erdhejê li pey xwe hiştiye bi rastî hêviyeke zêde nade me, ku wê ev yek hejmara dawî be.”

Li gor Neteweyên Yekbûyî, berî erdheja 6ê Sibata 2023an, li bakurê rojavayê Sûriyê pêwîstiya 4 milyon û 100 hezar kesî bi alîkariyên mirovî hebû, ku mehane bi rêya Deriyê Bab el-Hewa re derbas dibûn, lê niha bi gotina Kordînatorê OCHA bo krîza Sûriyê amar û pêwîstî derbasî warekî din bûne.

Muhenned Hadî got jî “Pêwîsatiya me bi 400 milyon dolar heye daku em bigihên nêzîka 5 milyon kes, ku niha pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye. Karê ku niha em dikin li gor perensîpên mirovî diguncin. Em karê mirovî naxin warê siyasî. Hemû netewe û pêkhate wek hev in. Em fokusê tenê dixin ser pêwîstiyên xelkê bê siyaset.”

Li gor berpirsên OCHA, heta niha wan zêdeyî 120 barhilgirên alîkariyên mirovî bi rêya deriyên sînorî re yên hevbeş li gel Tirkiye derbasî navçeyên erdhejê li bakurê rojavayê Sûriyê kirine, di dema di rojên bê de wê alîkariyên wan berdewam zêde bibin.