Çînê 2520 ton birinc dan Sûriyê

17-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Balyozxaneya Çînê ya Şama paytexta Sûriyê, Heyva Sor a Sûrî yadaştnameya wergirtina 2520 ton birinc ligel hikûmeta Çînê îmze kir.

Di vê çarçoveyê de, Serokê Rêxistina Heyva Sor a Sûrî Xalid Hibûbatî ragihand ku wan heta niha 6 karwanên alîkariyê yên birincê ji Çînê wergirtine û karwanê dawî jî 2520 ton birinc bû.

Ji aliyê xwe ve, Balyozê Çînê yê Şamê Fing Biau ragihand ku di sala 2021ê de wan 4 hezar ton birinc wek alîkarî dane gelê Sûriyê, daku derd û êşên wan sivik bikin.

Di Sibata 2021ê de, Çînê bi sed hezaran qurçikên vaksîna dijî Coronayê ligel 20 amûrên henasedanê û 750 ton birinc wek karwanê yekem ê alîkariyê dabû Sûriyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst