SÛRIYE - Îsraîlê gelek xalên leşkerî kirin hedef

3 demjimêr berê
Nîşan Îsraîl Sûriye Laziqiye Tertûs Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên şer ên Îsraîlê êrişî gelek xalên leşkerî yên li parêzgehên Laziqiye û Tertûsê yên Sûriyeyê kir.

Li gorî Ajansa Anadolê (AA), balafirên şer ên Îsraîlê li Laziqiye û Tertûsê yên li rojavayê welêt êrişî gelek xalên leşkerî kiriye.

Hat diyarkirin ku êrişî Lîwaya 32yan a Parastina Asmanî, Biryargeha Leşkerî ya 107an û cebilxane û biryargehên li hinek gundan hatiye kirin.

Di êrişa li gundê Xireysûnê yê Tertûsê de teqînên bihêz çêbûne.

Piştî ku desthilata Esed rûxiya Îsraîl êrişî gelek xal û baregehên leşkerî yên Sûriyeyê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst