Wezareta Derve ya Sûriyê 2 name ji Neteweyên Yekbûyî re şandin

16-12-2022
Loloxan
Wezareta Derve ya Sûriyê 2 name ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re şandin
Wezareta Derve ya Sûriyê 2 name ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re şandin
Nîşan Wezareta Derve ya Sûriyê Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Sûriyê roja 14ê Kanûnê 2 name bo Sekretewerê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û serokê Civata Ewlekariyê ya navdewletî re şandin, di herdû nameyan de hatiye ku Amerîka û mîlîşiyayên ser bi wê ve bi qasî 25,9 milyar dolar petrola Sûriyê dizî ne.

Şîrovekarê siyasî yê Sûrî Henan Hesen anî ziman, “Amerîka piştevaniya hêzên opozisyona çekdar û grûpên terorîst li bakurê rojhilatê Sûriyê dike, herwiha bo hebûna xwe ya serbazî li wir hicetan derdixe, vê yekê rê li ber kar û xebata hikûmeta Sûriyê girtiye daku yekîtiya niştîmanî pêk bîne û zeviyên petrolê jî bi dest ve bîne, ku gelek caran Amerîka ew talan kirine.”

Her wiha di her du nameyên Wezareta Derve ya Sûriyê bo Neteweyên Yekbûyî û Civata Ewlekariyê de hatiye, ji 2011ê û heta niha sektora petrol û gazê li Sûriyê bi bi qasî nêzîka 112 milyar dolar ziyan dîtine. Vê yekê jî bi dorpêç û cezayên aborî ji aliyê Amerîka dijî Sûriyê ve girêdide.

Şîrovekarê siyasî yê Sûrî Henan Hesen got, “Armanca sereke ya Amerîkayê ku li bakurê rojhilatê Sûriyê demeke zêde dirêj bimîne, ji ber navçe bi petrolê dewlemend e, bo vê yekê krîz û trajedyaya gelê Sûriyê dirêj kirine, daku hikûmeta Sûriyê neçar bikin teslîm bibe, û wan  ejendeyan qebûl bike bo berjewendiya Amerîkayê.”

Ji aliyê xwe ve, Amerîka dibêje ew ji 2014ê ve li bakurê rojhilatê Sûriyê li gel hevpeyman û hevbeşên xwe Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê şerê rêxistina terorîst a DAIŞê dikin. Herwiha Koşka Sipî û Pentagon di hemû daxuyaniyên xwe de derbarê Sûriyê de dibêjin, hebûna hêzên Amerîka li Sûriyê girêdayî cîbicîkirina biryara navdewletî 2254ê bo çarserkirina krîza wî welatî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst