Hikûmet û opozisyona Sûriyê dîl bi hev guhertin

16-12-2021
RÛDAW
Nîşan Sûriye Opozisyon Hikûmeta Sûriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Helebê hikûmet û opozisyona Sûriyê dîl bi hev guhertin.

Li deriyê Ebû el-Zendeyn li gundewarê rojhilatê Helebê bi garantiya Rûsya-Tirkiyê, hêzên hikûmetê û hêzên opoziyona Sûriyê 5 dîl bi hev guhertin.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, roja 16-12-2021ê, hêzên hikûmetê û Firqeya Siltan Murad a ser bi Tirkiyê li ba deriyê Ebû el-Zendeyn li gundewarê rojhilatê Helebê bi garantiya Rûsya-Tirkiyê 5 dîl bi hev guhertin.

Salên 2019an û 2020ê jî, hêzên hikûmetê û hêzên opozisyonê bi garantiya Rûsya-Tirkiyê li bajarokê Daret Ezze li bakurê rojavayê Helebê hejmareke dîlên serbazî û sivîl bi hev guhertibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst