HECÎN - Rûdaw li devera herî dawî ya ji destê DAIŞê kontrolkirî ye
Hecîn (Rûdaw) - Bajarokê Hecîn yê Dêrazorêli Sûryê, ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi piştgriya Hevpeymaniya Navdewletî, bi temamî hatiye kontrolkirin. Lê li nêzî navçeyên Sûse û Şefa yên Dêrazorê, devereke 30 kîlometrî dirêj e û 8 kîlometrî pehn e di destê DAIŞê de ma ye û ji wir ve êrîşî ser pêgehên HSDê dike.
Balafirên şer ên Hevpeymaniaya Navdewletî ya Dijî DAIŞê herêma Hecînê bombebaran dikin. Pêgeha sereke ya DAIŞê ji destê endamên wê rêxistinê hat derxistin. Piştî şerekî dijwar û wêraniyeke mezin ala HSDê li navenda Hecîn hat bilindkirin û niha şerê kolan bi kolan li gundên rojhilatî wê berdewam e.
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, Shon Ryan jî ragihand ku bajarokê Hecîn ji aliyê HSD ve hatiye kontrolkirin, lê heta niha jî gefa DAIŞ bi dawî nehatiye.
Derbarê operasyonê de yek ji fermandarên HSDê Ednan Efrîn ji Rûdawê re wiha got: “Êrişên giran li ser me çêbûn. Em jî wek hêzeke leşkerî ya HSDê pêwîst e, bi rewşê re her tişt berçav bigirin. Me niha Hecîn bi temamî rizgar kir.”
Çekdarên rêxistina DAIŞê li rojhilatî Çemê Firatê li herdû gûndên Sûse û Şefe dorpêçkirîne. Rûberek bi dirêjahiya 30 km û pehnbûna 8 km di destê wê rêxistinê de ye ku çandina bomban û şandina otomobîlên bombekirî , tektîkên herî zêde ne çekdarên wê deverê pê berevaniyê li xwe dikin.
Fermandarê HSDê yê bi navê Xelîl Xalid jî got: “DAIŞ ji her tiştî zêdetir bomban û kemberên bombekirî bikar tîne. Duh bi şev êrîşê me kirin, ew gelekî hov in lê em berevaniyê dikin.”
Ev sê meh in qonaxa dawî ji operasiyona jinavbirina dawî pêgehên DAIŞê li rojhilatî Çemê Firatê hatiye destpêkirin ku dihat pêşbînî kirin di heyama du mehan de bi dawî bibe, lê ji ber keş û hewaya biyabanên Dêrezorê û ji gefên hikumeta Tirkiyê, du caran ew operasyon hatibû rawestandin.