Feysel Miqdad li ser teqîna Stenbolê: Divê Tirkiye hincetan nebîne û gaveke şaş ji bo êrîşê navêje

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad li ser teqîna ku li Cadeya Îstiklal a Tirkiyê rû dabû diyar kir ku divê Tirkiye hincetan nebîne û gaveke şaş ji bo êrîşê navêje.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad derbarê teqîna Stenbolê û gefên Tirkiyê ji bo ihtîmala êrîşeke nû li ser Rojavayê Kurdistanê, ji medya nêzîkî hikûmeta welatê xwe re axivî.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad got, “Sûriyê terorê li her ciheke cîhanê şermezar dike. Heta niha tu zanyarî li ser teqîna Stenbolê tune ne. Eger Tirkiyê dixwaze vê bûyerê wek derfet ji bo êrîşkirina li ser Sûriyê bi kar bîne, ew baş dizanin ku Tirkiyê bi deh hezaran terorîst şandine Sûriyê. Divê Tirkiyê hincetan nebîne û gaveke wiha şaş ji bo êrîşê navêje.”

Feysel Miqdad li ser girtina avê ji aliyê Tirkiyê ve jî destnîşan kir ku niha Tirkiyê av li ser zêdetirî milyonek welatiyên Sûriyê li Hesekê qut kiriye û rê nade pispor bigihin santrala Elok a avê.

Feysel Miqdad got, gelê Sûriyê ji planên Tirkiyê agahdar e û wan nameya Tirkiyê fêm kirine û wê Sûriyê bi her awayî xaka xwe biparêze.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê berî niha gotibû, ihtîmal heye peywendiyên Tirkiyê û Sûriyê ji pêwendiyên Istixbaratî bibin pêwendiyên dîplomasî, Miqdad li ser vê yekê got, ev girêdayî niyet û kiryarên Tirkiyê ye, divê berî her tiştî Tirkiyê piştgiriya rêxistinên terorîst weke El-Nusre û DAIŞ neke û hêzên Tirkiyê ji Sûriyê bikişîne.

Di 13ê Mijdara 2022an demjimêr derdora 16:20 xulekan de li Cadeya Îstiklalê ya navçeya Beyoglu ya Stenbolê teqînek çêbû. Di encama teqînê de 6 kesan canê xwe ji dest dan û 81 kes birîndar bûn.