Li Sûriyeyê li pey hev erdhejên bihêz çêbûn

16-08-2024
RÛDAW
Nîşan Sûriye Erdhej Hema
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hemayê yê Sûriyeyê li pey hev du erdhêjên bihêz çêbûn.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku li bajarê Hemayê yê Sûriyeyê erdhej bi hêza 5,2 û 4,2 pileyan li pev hev çêbûn.

Li gorî AFADê, erheja yekem saet 13:15an çêbûye û kûrahiya wê 7,16 kîlometre bûye.

Erheja duyem jî saet 13:18an çêbûye û kûrahiya wê 7,1 kîlometre bûye.

Herwiha xelkê bajarên wekî Hatay Amed û Dîlokê jî bi van erdhejan hesiyaye.

Heta niha derbarê zerer û ziyanan de ti agahî nehatine bidestxistin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst