Li deverên Mertala Firatê Artêşa Niştimanî tê perwerdekirin

16-08-2018
Xalid Cemîl Mihemed
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Mertala Firatê Artêşa Niştimanî Perwerde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li deverên Mertala Firatê bi alîkariya hikûmeta Tirkiyê, Artêşa Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê tê perwerdekirin û xurtkirin, ev hêz li deverên Mertala Firatê tê avakirin, lê heya niha lêvegera siyasî ya vê hêzê ne zelal e.

 

Berî demekê jî, Endamê Desteya Siyasî ya Itîlafê Fûad Elîko, ku di heman demê de yek ji nûnerên ENKSê ye di nav Itlafê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandibû, dema ku serokê hikûmeta demkî ya opozisyona Sûriyê, serdana Efrînê kiribû, ji aliyê girûpeke çekdar ve, rê li ber wî hatibû girtin û ew hatibû vegerandin.

 

Niha jî li Efrînê û derdora wê, ev girûpên çekdar xwedî biryar in û tevî binpêkirina mafê xelkê deverê, girtin, eşkencedan û destgirtina bi ser mal û mulkên wan de, lê heya niha bi awayekî fermî û eşkere, lêpirsîn bi tu çekdarekî re nehatiye kirin.

 

Di vî warî de jî Tirkiye kar li ser jihevnêzîkirina hêzên çekdar ên opozisyona Sûrî dike. Êdî roleke wê ya mezin di vê projeyê de heye, ku hêzeke hevgirtî ji bo opozisyonê bê çêkirin.

 

Li gorî ragihandina opozisyonê, armanca sereke ya Artêşa Niştimanî ew e ku rê li ber pêşketina hêzên hikûmeta Sûrî bigire, ji bo ku nikaribe navçeyên bakur-rojavayê Sûriyê kontrol bike. Herwiha fermandeyên vê artêşê dibînin ku hikûmeta Sûrî, DAIŞ û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dijminê vê artêşê ne.

 

Di destpêkê de vê artêşê bêhtir ji 37 hêzan, di 3 feyleqan de li xwe girtibû. Artêşa Azad, Firqeya Sultan Murad û Firqeya Hemze, hêzên sereke ne di vê artêşê de.

 

Ji 30ê Çileya 2017an ve, Hikûmeta Demkî ya Opozisyonê damezrandina vê artêşê ragihand û hêj ew di warê avakirina wê de ne.

 

Li gorî zanyariyên ku ji aliyê opozisyonê ve hatine ragihandin, hejmara çekdarên Artêşa Niştimanî ya opozisyonê 35 hezar kes e.

 

Bi gotina fermandeyên vê artêşê, ew dê kar ji bo parastina binke û pêgehên xwe bikin, ku li navçeyên bakur û bakur-rojavayê Sûriyê kontrol kirine, bi taybetî li Idlib, Efrîn, Cerablus, derdora Til Refhet, Şehba û hemû navçeyên Mertala Ferat ku bi piştgiriya Tirkiyê, di destên hêzên opozisyonê de ne, herwiha wê kar bikin ji bo kontrolkirina gelek navçeyên din.

 

Di vî warî de, hebûna hêzên Tirkiyê li wan navçeyan bi opozisyonê re alîkar e. Bi taybetî ku li 12 xalên çavdêriyê, li Idlibê di nav de jî xala Morek li bakurê Hemayê, artêşa Tirkiyê hebûn û pêgehên xwe xurtir dike.

 

Hikûmeta Tirkiyê bi fermî tiştek derbarê vê artêşê ranegihandiye. Di demekê de ku fermandeyên vê artêşê nîşanê bi wê yekê didin ku hikûmeta Tirkiyê ji aliyê darayî, lojîstîkî, çekdarî û serbazî ve, bi wan re alîkar e. Herwiha rahênana wan jî, li Tirkiyê û li navçeyên Mertala Feratê, ji aliyê artêşa Tirkiyê ve dihate kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst