Kongreya sêyem a Encûmena Sûriyeya Demokratîk û guhertinên nû

16-07-2018
Xalid Cemîl Mihemed
Îro Encûmena Sûriyeya Demokratîk li bajarê Tebqayê sêyemîn kongreya xwe saz kir.
Îro Encûmena Sûriyeya Demokratîk li bajarê Tebqayê sêyemîn kongreya xwe saz kir.
Nîşan Encûmena Sûriyeya Demokratîk Kongre Tebqa Guhertinên nû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro Duşemê 16ê Tîrmeha 2018an, bi beşdarbûna 270 kesî, ji hemû aliyên Sûriyê, li bajarê Tebqa yê  ser bi parêzgeha Reqayê, kongireya sêyem a Encûmena Sûriyeya Demokratîk hate lidarxistin.

 

Di wan gotaran de, ku hatin pêşkêşkirin, tekezî li ser gelek mijaran hate kirin, ji wan jî krîza Sûriyê û çareserkirina wê bi awayekî siyasî û aştiyane, ku wiha rêgirî li pêş tundrewiyê û xwînrijandina li vî welatî tê kirin.

 

Mijarên nenavendiya demokratîk, parastina yekîtiya xaka Sûriyê, demokrasiya skyûlar weke projeyekê ji bo paşeroja vî welatî û çareserkirina kêşeyên neteweyî li Sûriyê jî hatin gotûbêjkirin. Di nav de jî lidarxistina kongireyeke niştimanî ya sûrî, herwih encamdana diyaloga sûrî-sûrî ji bo avakirina Sûriyeke azad û dermokrat.

 

Endama Encûmena Jina Sûrî  derbarê sazkirina vê kongreyê de ji Rûdawê re got: “Armanca me ji vê hevdîtinê ew e ku li gorî guhertinên ku li meydanê dibin, pêwîst dike ku diyalogeke sûrî bê encamdan. Êdî, ji bo pêkanîna diyaloga sûrî - sûrî, pêwîst e aliyên herêmî û navdewletî cidî bin. Ji ber ku welatiyên Sûriyê bi xwe wê çarenivîsa xwe destnîşan bikin. Bê guman di rojên bê de wê diyalogeke sûr-sûrî bê encamdan.”

 

Tekezî li ser prensîpên Encûmena Sûriyeya Demokratîk û azadiya jinê hate kirin, weke bingeh û garantiyekê, ji bo hemû corên din ên azadiyê. Di heman çarçoveyê de, behsa mijara radestkirin û neradestkirina Bendava Tebqayê hate kirin.

 

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê Şahoz Hesen, ji Rûdawê re tekez kir ku rewş venagere weke ku hikûmet dixwaze, bi awayê berê be, lê ew ligel diyalogeke demokratîk in.

 

 

Hevseroka Encûmena Sivîl a Reqayê, Leyla Mistefa jî got: “Mebest ji lidarxistina vê kongireyê, li bajarê Tebqayê, ew e ku nameyekê bigihînin cîhanê, ku Sûriye yek e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst