HIMS - DAIŞê roja cejnê êrişî sivîlan kir

16-06-2024
Nîşan DAIŞ Êriş Cejn Sivîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – DAIŞê roja ewil a cejnê li bajarê Himsê yê Sûriyeyê êrişî sivîlan kir.

Li gorî ku çavkaniyên xwecihî didin zanîn, êriş li navçeyên Ferha û Um El-Tebabîrê yên rojhilatê Himsê pêk hatiye.

Har ragihandin ku hinek sivîl birîndar bûne lê li ser hejmara wan ti agahî nehatine dayîn.

Herwiha hinek kes winda bûne û çarenivîsa wan ne diyar e.

9ê vê mehê li wê herême 2 DAIŞî hatibûn kuştin û termên wan li erdê hatibûn kişkişandin.

Tê texmînkirin ku DAIŞê ji bo heyfhilanînê êrişî wê derê kiribe.

Li gorî amarên Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji destpêka îsal ve li Sûriyeyê di şer û pevçûnan de 434 kes hatine kuştin ku 29 ji wan DAIŞî, 362 ji wan jî bi ser Hikûmeta Sûriyeyê ve ne.

Li hêla din, ji serê salê ve di şer û pevçûn û êrişan de 43 sivîl jî hatin kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsraîlê bajarê Humsê yê Sûriyeyê bombebaran kir / Wêne: Arşîv

Îsraîlê bajarê Humsê yê Sûriyeyê bombebaran kir

Hêzên asmanî yên Îsraîlê êrişî bajarê Humsê yê Sûriyeyê kir û hêzên parastina asmanî ya Sûriyeyê jî bersiv da êrişa Îsraîlê