3 çekdarên Feyleq El-Şam li Seraqib hatin kuştin

16-06-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di encama topbaraneke dijwar a artêşa Sûriyê li dijî pêgehên çekdarên grûpa Feyleq El-Şam de, 3 çekdarên wê grûpê hatin kuştin.

Hêzên hikûmeta Sûriyê îro 16ê Hezîrana 2022an pêgehên çekdarên grûpa Feyleq El-Şam a ser bi Tirkiyê li navenda bajarê Seraqib li gundewarê Idlibê topbaran kirin.

Di encama topbaranê de 3 çekdarên Feyleq El-Şam hatin kuştin û 2 çekdar jî birîndar bûn.

Doh 15ê Hezêranê jî li Çiyayê Kurdan li bakurê Laziqiyê û li çeperê el-Umqiye li Deşta Xabê li bakurê Hemayê şer di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê de derketibû.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst