Tedmur- DAIŞ nêzîkî şûnwaran e û sivîlan dikuje

16-05-2015
RÛDAW
Nîşan Şûnwarên Tedmur DAIŞ
A+ A-

Sûriye (Rûdaw)- Çekdarên DAIŞê 23 kesên sivîl li gundê Amiriye li nêzîk bajarê Tedmurê yê girêdayî parêzgeha Humsê li Sûriyê kuştin. Herwiha tê gotin ku ew çekdar tenê kîlometrekê dûrî şûnwarên wê yên dîrokî ne.


Li gor Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bo Perwerde û Zanist û Rewşenbîriyê (UNESCO), çekdarên DAIŞê duh herî kêm 23 kesên sivîl ku di nava wan de 9 zarok jî hene, li gundê Amiriye kuştin. Herwiha hat gotin ku di nava kuştiyan de kesên ji malbatên fermanberên Hikûmeta Sûriyê de jî hene.


Ji roja sêşemê ya borî de, şerekî giran di navbera hêzên artêşa Sûriyê û çekdarên DAIŞê de li derdora bajarê Tedmurê berdewam dike ku di encam de DAIŞê dest daniye ser gundên Amiriye, Suxne û çend navendên leşkerî yên artêşa Sûriyê.


Artêşa Sûriyê jî hêzên zêdetir şandine Tedmurê û balafirên wê jî derdora bajêr bi giranî bombebaran dike.


Berpirsên şûnwaran li Sûriyê derbarê metirsiya li ser şûnwarên dîrokî yên Tedmurê de hişyariyê didin û dibêjin ku DAIŞê bi tenê kîlometrekî dûrî wan şûnwarane.


Li gor çalakvanên Sûriyê, ji roja sêşema borî de 153 kes di şerê li derdora bajarê Tedmurê de hatine kuştin , ji wan 88 leşkerên artêşa Sûriyê û çekdarên alîgirên wê û 65 çekdarên DAIŞê ne.


Roja pêncşemê ya borî jî, çekdarên DAIŞê 26 kesên sivîl li nêzîk Tedmurê kuştin û 10 kesên din jî bi tometa sîxurtiya Hikûmeta Sûriyê serjêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst