Hewlêr (Rûdaw)- Ajansa Frans Press (AFP) ragihand ku hejmara çekdarên Hizbûlla yê Libnanê li Sûriyê gihiştiye 5 hezar çekdar.
Ajansa AFP di raporteke xwe de amaje bi awayî rahênana çekdarên Hizbulla dike yên ku bo Sûriyê tên şandin da ligel hêzên rejîmê şerê opozîsyonê bikin.
Li gorî AFP, Hizbulla tenê wan kesan qebûl dike ku temenê wan ser 18 salî re be û kesên oldar bin û biştire wan ji 40 roj ta 3 mehan fêrî bikar anîna çekên sivik dike.
Herwiha AFPê aşkere kir ku piştî ku li Libnanê fêrî bikaranîna çekan dibin bo Îranê tên şandin û li wir jî beşdarî xulekê dibin li ser çawaniya beşdariyê di şer de, ku heyama wê jî 2 mehin, û tê de fêrî bikar anîna çekên giran dibin.
AFP amaje jî dike ku hejmara çekdarên HIbulla yê Libnanê yên ku li Sûriyê alîkariya rejîmê dikin gihiştiye 5 hezar çekdar.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse