Esed dîsa efûya giştî ragihand

16-04-2013
RÛDAW
A+ A-

Şam (Rûdaw) - Serokê Sûriyê Beşar Esed derbarê tawanên ku berî niha li Sûriyê hatine encam dayîn efûyeke giştî derxist.

Ajansa Fermî ya Sûriyê (SANA) di nûçeyeke xwe de belav kir ku Esed yasaya hejmara 23 derxist û li gor wê yasayê hemû tawanên ku berî derxistna wê yasayê hatine encam dayîn, hatine efûkirin.

Serokê Sûriyê li sala 2012ab yasayeke din ya efûya giştî derbarê tawanên wek helgirtin û hewandina çekên bê desûr û tawanên revîna ji xizmeta leşkerî derxistbû. Lê ev efûya nû hemû corên tawanan digre nava xwe.

Zêdetirî du salane şer û pevçûnên navbera çekdarên Opozisyona Sûriyê û Artêşa Sûriyê de berdewame dikin. Heta niha bi 10 hezaran kuştî û bi milyonan derbeder hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst