Programa Cîhanî ya Xwarinê: Bêhtirî nîvê Sûriyan birçî ne

Hewlêr (Rûdaw) - Erdheja 6ê Sibatê, krîza xwarinê li beşekî Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên Sûriyê kûrtir kiriye. Berpirsên Programa Cîhanî ya Xwarinê, dibêjin bêhtirî 12 milyon welatiyên Sûriyê, pêwîstiya wan bi alîkariya bilez a xwarinê heye, nêzîkî 2.9 milyon kes jî, di sînorê birçîbûnê de ne.

Heta dawiya sala 2023an, pêwîstiya Programa Cîhanî ya Xwarinê bi kêmanî, bi 450 milyon dolarî heye, ji bo peydakirina xwarinê ji bo 5.5 milyon kesî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, ji wan pereyan 150 milyon dolar, ji bo alîkariya 800 hezar qurbaniyên erdhejê ne lê Programa Cîhanî ya Xwarinê dibêje ewqas pereyên min tune, êdî neçar e, di Tîrmehê de, dayîna xwarinê ji bo malbatan heta bêhtirî nîvî kêm bike.

Erdheja 6ê Sibatê, krîza xwarinê li beşekî ji Rojavayê Kurdistanê û hinek navçeyên din ên Sûriyê kûtir kiriye.

Bi gotina berpirsên Programa Cîhanî ya Xwarinê, bêhtir ji 12 milyon welatiyên Sûriyê, pêwîstiya wan bi alîkariya bilez a xwarinê heye. Nêzîkî 2.9 milyon kes jî, li ser keviya birçîbûna giştî ne.

Rêveberê Şaxê Sûriyê yê Programa Cîhanî ya Xwarinê Kenn Crossley anî ziman, “Gelek navçe li derdora Helebê hene bi tevayî wêran bûne, ajel û dewarên xelkê jinav çûne. Bi dehan hezar kes koçber bûne. Bi milyonan birçî hene û pêwîstiya wan bi alîkariya bilez heye.”

Mûçeyê her malbatekê li çend navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê têra yek li ser çar ji pêdiviyên mehane yên xwarinê dike, û birçîbûn belav e, û li civakê reng vedaye. 25% ji zarokan tûşî bedxwarinê bûne, 28% ji wan kurtbala ne.

Sebah Elî, li Idlibê dijî û du caran koçber bûye, ji bo xwedîkirina 3 zarokên xwe, giyayê Buharê kom dike.

Koçber Sebah Elî got, “Şer li ser me giran bû, di krîz, erdhej û birçîbûnê de dijîn. Hevjînê min hate kuştin, erhej bi ser de hat û jiyana me ber bi karesateke mezintir ve bir.”

Heta dawiya sala 2023yan, pêwîstiya Programa Cîhanî ya Xwarinê bi kêmanî, bi 450 milyon dolarî heye, ji bo dabînkirina xwarina 5.5 milyon kesî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê.

Wan pereyan 150 milyon dolar, ji bo alîkarîkirina 800 hezar ziyandîtiyên erdhejê li xwe girtiye.

Lê Programa Cîhanî ya Xwarinê ewqas pere di dest de nînin, êdî neçar e, di Tîrmehê de, danên xwarina taybet bi malbatan, heta bêhtirî nêvî kêm bike.