Heleb: Malbatên ku avahiyên wan ji ber erdhejê zerar dîtine bar dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Heleb a Sûriyê malbatên ku avahiyên wan ji ber erdheja 6ê Sibata 2023an zerar dîtine bar dikin.

Taxa Qenatir e li bajarê Helebê yê  bakurê Sûriyê xelk bar dike.

Şêniyê Helebê Hemmûd Mihemed got, “Mala min li qata sêyan e. Me ji endazyaran xwest biryarekê derbarê avahiya me de bidin, gelo wê biherifînin an qayîm bikin, lê bersivê nedan.”

Avahiyên ku li vê taxê zerarên zêde dîtine malbatên wan bar dikin, di dema avahiyên ku zerar nedîtine malbatên wan ji tirsa erdhejeke din ew jî bar dikin.

Şêniyê Helebê Mehmûd Ebû Merwan anî ziman, “Ji dema erdhej çêbûye em nizanin dê çi bikin. Endazyarekî ji me re got avahiya we ji sedî 50 zerar dîtiye, piştre endazyarekî din hat û got avahiya we selamet e. Em daxwazê ji hikûmetê dikin biryarê bide. Malbatên 5 avahiyên li kêleka me ji tirsa bar kirin.”

Ji aliyê xwe ve, endazyarên xwebexiş avahiyên navçeya erdhejê di warê selametiyê de dinirxînin.

Endazyarê xwebexş Eymen Cemmûl got, “Em ji aliyê Sendîkaya Endazyaran û Komîteya Selametiya Giştî ve hatine erkdarkirin, daku avahiyan pişkinîn bikin û rewşa wan binirxînin. Dema metrisî di avahiyekê  de hebe, divê yekser bê valakirin an komîte biryarê li ser bide.”

Li gor Şaredarê bajarê Helebê Meid el-Midlicî, heta niha ji ber erdhejê zêdeyî 55 hezar kesan bajar bicîh hiştine, di dema nêzîka 13 hezar malbatên zerardîtî ji ber erdhejê li nav 235 sitargehan de hatine bicîhkirin.