Li Laziqiye rizgarbûyekî erdhejê: Me nizanibû şev e yan roj e?!

16-02-2023
Loloxan
Li Laziqiye rizgarbûyekî erdhejê: Me nizanibû şev e yan roj e?!
Li Laziqiye rizgarbûyekî erdhejê: Me nizanibû şev e yan roj e?!
Nîşan Laziqiye Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Erdheja 6ê Sibata 2023an ku li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiyê û Sûriyê wêraniyeke mezin û hejmareke zêde ya xelkê jî canê xwe ji dest dane. Laziqiye ya Sûriyê ji wan bajaran bû ku ziyaneke mezin dît, Îbrahîm Zekeriya yê xelkê Laziqiyê li ser şeva erdhejê got, “Me nizanibû şev e yan roj e?!”

Li Nexweşxaneya Tişrîn bajarê Laziqiye yê perava Sûriyê rizgarbûyên erdheja 6ê Sibata 2023an li tên dermankirin. Hinek rizgarbûyî 5 rojan di bin kavilan de mabûn.

Rizgarbûyiyê erdhejê Îbrahîm Zekeriya anî ziman, “Ez û dayika xwe rizgarbûyên herî dawî bûn ji erdheja ku li Ceble çêbû. Ez û dayik û xwîşka xwe bihevre bûn dema erdhej çêbû, avahî hat xwarê.Xwîşka min canê xwe ji dest da. Em bê xwarin, av û ronahî bûn. 5 Rojan me nizanîbû gelo dem şev e yan roj e, heta tîmê hawarçûnê em rizgar kirin.”

Rizgarbûyên erdhejê yên Laziqiye dibêjin, dema erdhej çêbû hejmareke welatiyan zû xwe rizgar kirin, lê hejmareke din negihan xwe rizgar bikin, di bin kavilan de hatin veşartin.

Rizgarbûyiyê erdhejê Meyyas Debdûblî got, “Dema erdhej çêbû em razayî bû. Dayika min em hişyar kirin. Avahî dihejiya, me kir hawar, lê kesekî guh li me nekir. Em di bin kavilan de man. Xwîşka min daxwaza lêborînê ji dayika min kir û canê xwe ji dest da. Apê min ez û dayik û birayê min rizgar kirin û em veguhestin nexweşxaneyê.”

Li gor parêzgarê Laziqiye, heta niha li parêzgehê ji ber erdhejê zêdeyî 800 kesan canê xwe ji dest dane, herwiha 1131 kes jî birîndar bûne, di dema 103 avahî herifîne û 247 avahî jî di bazneyê herifandinê de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst