Bazara El-Hibal a Helebê tê nûjenkirin

16-02-2022
Loloxan
Bazara El-Hibal a Helebê tê nûjenkirin
Bazara El-Hibal a Helebê tê nûjenkirin
Nîşan Sûriye Heleb Bazara El-Hibal Nûjenkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bazara El-Hibal a dîrokî ya ku dikeve rojhiloatê Helebê, di şerê navxwe yê Helebê de zerareke zêde dîtibû, tê nûjenkirin.

Karker li nav keş û hewayeke sar bi nûjenkirina dîwar û sitûnênên zerardîtî ve mijûl in. Hinek bazirganên vê bazarê vegeriyane, lê piraniya wan ji ber şer li derve dimînin.

Bazirgan Cemal Hebal dibêje "Dema Heleb hat rizgarkirin, ez piştî sal û nîvekî yan du salan dibe vegeriyam vê derê. Min dikana xwe nûjen kir, derî çêkir, min heyamekê li nav kar kir, lê niha projeya nûjenkirinê destpê kiriye, dema nûjenkirin bidawî bibe em dê vegerin ser karê xwe, ji ber dikana mirov cihê serbilindiya mirov e."

Projeya nûjenkirina Bazara El-Hibal, yek ji wan peojeyên nûjenkirina bazarên dîrokî yên Heleba kevn e, ku Sindoqa Axa Xan a Rewşenbirî li Sûriyê pê radibe. Ev kevir û sitûn û kevan ji aliyê endazyar û karkeran ve tên danîn.

Rêveberê Sendoqa Axa Xan bo Rewşenbîriyê li Sûriyê Elî Ismaîl got "Bi rastî, projeya Bazara el-Hibal di çarçoveya nûjenkirina bazarên derdora Mizgefta Umewî de temam dibe. Em hemû girîngiya dîrokî û civakî ya Mizgefta Umewî dizanin, em dizanin ku ev bazar hatine avakirin ji ber erkê civakî û olî yê ku mizgeft pê radibe, divê em bizanibin ku hejmara xelkê yên serdana van bazaran dikirin zêde bû, lewra ev bazar civakî bûn."

Bazara El-Hibal wate ya werîsan-kindiran ligel bazarên dîrokî yên Heleba kevin bi gotina pisporan bi endazyarî û dîzayneke zêde jîrane di sedsalên 15 û 16 ên Zayînî de hatine avakirin. Hejmareke zêde ya bazaran li ser rûberekî biçûk hatine dîzaynkirin.

Endazyarê Sendoqa Axa Xan a Rewşenbîrî li Sûriyê Yehya El-Başa diyar kir "Karê nûjenkirinê ji rakirina kavil û cudakirina keviran destpê kir. Bazara el-Hibal ji du beşan pêk tê, beşê rojhilat û beşê rojava, beşê rojhilat wêran bûye, 6 dikan bi temamî wêran bûne, lewra me dest bi kolana bingehîn a krokiya kevin kir, me dest bi avakirina kevan û banan kir, em niha jêrxana binghîn bi temamî ji nû ve ava dikin."

Bazara El-Hibal dikeve pişt Mizgefta Umewî. 65 dikan lê hene. Di navbera 2012-2016an de ji ber şerê grûpên çekdar û artêşa Sûrî ev bazar wêran bû. Li Heleba kevin 39 bazarên dîrokî hene ku li ser rûberê 16 hektaran hatine dçzaynkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst