Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê baca gumrikê ya ji bo berhemên ku ji sînorê Tirkiyeyê diçin Sûriyeyê navbera ji sedî 300 heta 500î zêde kir.
Piştî ku birêvebiriya nû ya Sûriyeyê ji sedî 300-500 baca gumrikê li ser îthalata ji Tirkiyeyê danî da ku dahatê bi dest bixe, bazirganiya li ser sînorê Tirkiye-Sûriyeyê rawestiya û bi kîlometreyan dor çêbû.
Piştî biryarê hem hinardekarê Tirkiyeyê û hem jî yên Sûriyeyî zehmetiyên mezin dikişînin.
Li ser vê biryarê tê çaverêkirin bandoreke neyînî li ser hinardekirina ji Tirkiyeyê ya ji Sûriyeyê bike, şîrketên hinardekirinê ji bo çareserkirina pirsgirêkê li bendê ne ku di asta hikûmetê de destwerdaneke aktîvtir were kirin.
Her wiha ev pêngava Sûriyeyê wisa kir ku bazirganiya bi Sûriyeyî re hatiye ber rawestînê û barhilgir bi kîlometreyan ketinê dorê.
Serokê yekîtiya Hinardekarên Dexlûdan ên Bakurrojhilatê Anatolyayê Celal Kadooglu ragihand ku vê zêdekirina bacê hinardekirina Tirkiyeyê ya ji bo Sûriyeyê bi giranî rawestandiye.
Kadooglû diyar kir ku divê demildest destwerdanên dîplomatîk û bazirganî bên kirin.
Li aliyê din, Celal Kadooglû diyar kir ku ev zêdebûn îxracata Tirkiyeyê ya ji bo Sûriyeyê bi giranî rawestandiye.
Kadooglû diyar kir ku divê demildest destwerdanên dîplomatîk û bazirganî bên kirin.
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Dîlokê Adnan Unverdî jî wiha got, "Di gel ku lêçûna hinardekarên me zêde dibin, dê mirovên li wan herêman jî di gihîştina hilberê de zehmetiyan bikişînin.
Ji ber van sedeman ne mimkin e ku bazirganiya dualî bi baca gumrikê ya bilind berdewam bike.
Em dizanin ku wezaretên me yên pêwendîdar di vê mijarê de xwedî însiyatîv in û em hêvîdar in ku di dem a kurt de ji bo berdewamiya bazirganiya bi Sûriyeyê re encamê bi dest bixin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse