Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîlê bi balafirên şer êrişî bajarên Şam, Hims û Derayê yên Sûriyeyê kir.
Li aliyê din hat îdiakirin ku artêşa Îsraîlê ketiye gundên Cemle, Mezra Bethelcîn û Megar Mîrê yên li başûrê bajarê Katanayê.
Li Sûriyeya ku rejîma Beşar Esed rûxiya, Îsraîl êrişên xwe yên asmanî û tevgera xwe ya leşkerî didomîne.
Balafirên artêşa Îsraîlê bombe bi ser Şam, Deraya li başûrê Sûriyeyê û bajarê Himsê yê li rojavayê Sûriyeyê de barandin.
Hêza Asmanî ya Îsraîlê herêma Telmunînê yê li bakurê Şamê, depoyeke çekan a li Derayê û hinel xalên li bajarê Himsê jî bombebaran kir.
3 gundên din di bin kontrola Îsraîlê de ne.
Îsraîl ji bilî îmhakirina depoyên cebilxaneyên ku ji ber rejîma Esed mane ket gundên Cemle, Mezra Beytelçîn û Megar Mîrê yên bajarokê Katanayê yê li başûrê Sûriyeyê.
Îsraîl bipêşdeçûna xwe ya ji Girên Golanê ber bi bakur ve berfireh dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse