ÎDLIB - Tirkiyeyê hêzên nû şandin xalên leşkerî

15-11-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Îdlib
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyeyê hêzên zêde şandine xal û baregehên xwe yên leşkerî yên li parêzgeha Îdlibê ya Sûriyeyê.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, karwanekî hêzên Tirkiyeyê ku ji bêhtirî 16 wesayîtên leşkerî pêk dihat di deriyê sînorî yê Kefer Losînê re derbasî nav axa Sûriyeyê bûye.

Ew karwanê wesayîtên leşkerî yên Tirkiyeyê ber bi navçeya Teftenazê ve çûye ku çend xalên leşkerî yên Tirkiyeyê li wir hene.

Li gorî heman çavkaniyên xwecihî, di nav 2 hefteyan de ev duyemîn karwanê serbazî yê hêzên Tirkiyeyê ye ku derbasî parêzgeha Îdlibê dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst