DÊREZOR- ​Grûpên ku Îran piştgiriya wan dike hatin bombebarankirin

15-10-2023
RÛDAW
Nîşan Dêrezor Grûpên Îranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya El Bûkemalê ya Sûriyeyê ku nêzî sînorê Îraqê ye, li dijî grûpên ku Îran piştgiriya wan dike êrişên esmanî hatin kirin.

Li gorî nûçeya AAyê, doh êvarê li navçeya El Bûkemalê ya Dêrezorê balafiran êrişî binkeyên grûpên ku Îran piştgiriya wan dike kir.

Hat diyarkirin ku grûpên ku Îran piştgiriya wan dike di nava rojê de li navenda El Bûkemalê meşek leşkerî li dar xistin.

Piştre balafirên ku ne diyar in ên kîjan welatîne li herêmê gerên keşfê kirine û binkeyên wan grûpan bombebaran kirin.

Heta niha di derbarê zerer û ziyanan de ti zanyarî nehatine belav kirin.

Grûpên ku Îran piştgiriya wan dike di nav rêzên artêşa Sûriyeyê de cih digirin.

Di 3 û 10ê Çiriya Pêşîn de jî balafiran li herêmên Eyûbî, Herî û Humeydayê yên li rojhilatê El Bukemalê cih û karwanên grûpên ku Îran piştgiriya wan dike kiribûn armanc.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst