Idlib: Şerê navxwe zirarek mezin gihandiye çandinî û firotina gulan

Hewlêr (Rûdaw) - Li Idlibê tevî şerê navxwe yê Sûriyê, di nav çewlikekê de Ratib Husrum di çandinî û firotina gulan de berdewam e. Lê belê ew dibêje, ji ber şerê navxwe çandinî û firotina gulan zirar dîtiye û berî şer rewş gelekî baştir bû.

Zêdeyî 10 salan e şerê navxwe li Sûriyê berdewam e û wî şerê demdirêj û metirsîdar di her warî de zirarek mezin daye xelkê wî welatî û hemû warên jiyanê. Yek ji wan warên ku di encama şerê navxwe de li Sûriyê zirar dîtiye, çandinî û firotina gulan e.

Tevî berdewamiya şer û neseqamgîriya li welat, hêj hin kes hene ku gulan diçînin û difiroşin û ew sektor bi lawazî be jî li ser piyan ragirtine. Ratib Husrum, yek ji wan kesan e ku li parêzgeha Idlibê ku di bin kontrola komên çekdar û hêzên Tirkiyê de ye, mijûlî wî karî ye.

Ratib Husrum dibêje, “Berî bûyeran çandina gulan baş dihat kirin, û bi saya Xwedê rewşa me jî baş bû, lê piştî bûyeran em rûbirûyî astengiyan bûn, ji wan jî nebûna naylona ser banê mala blastîkî, ku keresteya sereke ye bo vê malê, hew bidest me dikeve. Em niha keresteyên din bikar tînin, sipas ji Xwedê re em di pîşeya xwe de berdewam in.”

Ratib Husrum wek gelek hevalên xwe, ji ber şerê navxwe yê Sûriyê koçberî Tirkiyê bû, lê ji ber ku ji pîşeya xwe ya çandin û firotina gullan hez dikir vegeriya û careke din berdewam kir, lê ji ber şer û têkçûna rewşa aborî bazara gulan zirar dîtiye.

Ratib Husrum behsa rewşa baş a bazara gulan berî şerê navxwe liv Sûriyê dike û diyar dike, ku wî berê gulên ji bostan û gulxaneya xwe dişande parêzgehên din jî.

Husrum dibêje, “Berê min gul hinardeyî parêzgehên din ên Sûriyê dikirin, lê piştî ev yek zehmet bû, me bala xwe xist ser bazara xwecihî, lê xwast li bazara xwecihî zêde kêm e.”

Li Sûriyê berî şer û niha jî, di helkeftan bazara gula sor germ e. Li gor serokê komîteya gulfiroşan li Şama paytext di cejna Valantain de berî şer nêzîka 500 hezar gulên sor dihatin firotin, lê niha yek li ser 5ê vê hejmarê tenê tê firotin.

Rehef Mordiya, gulfiroşek din e li Idlibê û dibêje, “Karê ligel gulan nîşana aştiyê û aramiyê ye li bajar, bê guman xelk gulan tenê di helkeftên xweş de dikirin, wek şahî, dawet, rojên jidayikbûnê û serdana nexweşan. Kesê ku di warê gulan de kar dike herdem hest bi xweşiyê dike û aram e.”

Berî şerê navxwe yê Sûriyê zêdeyî 1500 nemamgeh, bax û bostanên mezin û zêdeyî 2 hezar çewlikên çandin û firotina gulan li Sûriyê hebûn, ku salane nêzîkî 20 hezar ton gulên cor bi cor berhem didan, firotina wan bi bihayê 2 milyar û 400 milyon lîreyên Sûrî yên wê demê dihat texmînkirin, wate dema 50 lîreyên Sûrî beramberî dolarekî bûn, her guleke sor bi 150 lîreyan dihat firotin, lê niha bo halxweşan baxeke gulên sor bi nêzîkî 50 hezar lîreyan tê firotin.