Reuters: Hakan Fîdan li Şamê bi serokê îstixbarata Sûriyê re hevdîtinek pêk anî

15-09-2022
RÛDAW
Nîşan MIT Îstixbarata Sûriyê Şam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Reutersê ragihand ku Serokê Îstixbarata Tirkiyê (MIT) Hakan Fîdan û Serokê Îstîxbarata Sûriyê Elî Memlûk li Şamê hevdîtinek pêk anîne.

Hat ragihandin ku Serokê MITê Hakan Fîdan di hefteyên dawî de li Şamê bi hemtayê xwe yê Sûrî Elî Memlûk re gelek hevdîtin kirine.

Ajansa nûçeyan a Reutersê îro ragihand ku Serokê MÎTê Hakan Fîdan di hefteyên dawî de serdana Şamê kiriye û bi Serokê Îstixbarata Sûriyê Elî Memlûk re gelek hevdîtin kirine.

Di nûçeya Orhan Coşkun û Leyla Bassam a ku xwe dispêre çavkaniyên Tirkiyê û herêmî, hate gotin ku herî dawî her du rayedarên îstîxbaratî di ve hefteyê de li Şamê civiyane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst